EKOLOJİ HABER- Li herêma Bestayê ya girêdayê Şirnexê, ev 3 sal in bi destê cerdevanan dar tên birîn. Darên bi sedsalî yên hatin birîn, careke din ser koka xwe şîn bûn. Li hêla din cerdevanan li herêma Biryan a Cilênimêjayê dest bi birîna daran kirin.
Li herêmên Besta, Gabar, Cudî yên Şirnexê birîna daran û talankirina xwezayê bi destê cerdevanan a bi din navê “ewlehiyê” de tê kirin, didome. Li herêmê heta niha bi hezaran dar hatine birîn. Li Bestayê qadeqe mezin a daristanan hatiye tunekirin û bi hezaran darên sedsalî hatin birîn. Li şûna darên ku tên birîn jî qaleqol tên çêkirin.
Herêma Bestayê bi salan ye ji bo koçeran çavkaniya debarê ye û xelkê herêmê tenê dema destûrê digirin dikarin bikevin herêmê. Li herêmê heta niha bi dehan qadên daristanê hatine talankirin û tunekirin.