Li Silopiyayê qada hêşîn tê îstimlaq kirin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

NÛÇE EKOLOJÎ- TKÎ li bajaroka Bêspinê û gundê Bêşêrê yên navçeya Silopiyayê dê bi awayekî lezgîn 51 parsel erd îstîmlaq bike. Qadên hêşîn ên ku dê bên îstîmlaqkirin, dê bi temamî bên tunekirin.

Wêrankirina xwezayê ya ku bi destê desthilata heyî û hevkarên wê li Botanê hatiye destpêkirin didome. Desthilata ku di polîtîkayên qirkirina ekolojiyê de israr dike, heta niha li herêmê bi dehan qadên daristanî tune kirine û gelek qadên daristanî jî pêşkeş û radestî sermayê kirine. Niha jî hin ji van qadên hêşîn û zeviyên gel jî tên îstîmlaqkirin. Gundê Gundikêremo yê Şirnexê ku di sala 1989’an de hatibû valakirin û bi hinceta “ewlehiyê” hatibû qedexekirin, ji aliyê şîrketa ku aydê parlamenterê berê yê Mêrdînê Suleyman Bolûnmez ve bi hinceta xebatên lêgerîna komirê hatibû îstîmlaqkirin. Li gel îstîmlaqkirina gund, xebatên lêgerîna komirê hatin destpêkirin û texrîbeteke mezin çêbû. Tevî hemû gilî û bertekên şêniyên gund jî xebatên lêgerîna komirê hê berdewam dikin.

Hat hînbûn ku Saziya Komirê ya Tirkiyeyê (TKÎ) ji bo ku li navçeya Silopiyaya Şirnexê xebatên hilberîna asfaltê bidome dê bi lezgînî 51 parselan îstîmlaq bike.

Li gundê Bêşêrê yê navçeya Silopiyayê 7 parsel û li bajarokê Bêspîn ê Silopiyayê jî 44 parsel ji bo berdewamkirina xebatên hilberîna asfaltîtê bi lezgînî dê bê îstîmlaqkirin. Zeviyên bi hejmara lîsansa S: 88020 ku di nav sînorên Silopyayê de ye ev biryar dê pêk bê. Erdê ku bê îstîmlaqkirin rûbera giştî ya wan 300 hezar û 686 metrekarey ye, wê li ser navê TKÎ’yê bê qeydkirin û hemû lêçûnên ku di vê pêvajoyê de bên kirin jî wê ji aliyê fîrmaya rodovansçi ve bê dayîn.

 

Çavkanî: MA Kurdî

Li Silopiyayê qada hêşîn tê îstimlaq kirin

Tamamen Ücretsiz Olarak Bültenimize Abone Olabilirsin

Yeni haberlerden haberdar olmak için fırsatı kaçırma ve ücretsiz e-posta aboneliğini hemen başlat.

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Giriş Yap

BEDA
Giriş Yap

Ekolojihaber ayrıcalıklarından yararlanmak için hemen giriş yapın veya hesap oluşturun, üstelik tamamen ücretsiz!

Bizi Takip Edin