NUÇE EKOLOJÎ- Li Çiyayê Gabarê birîna daran û talana neftê dewam dike. Di dîmenên ku nû hatine kişandin de tê dîtin ku darên sedsalî ku hatine birîn li dehan kamyonan tên barkirin û tên vekişandin.
Li gor nuçeya Ajansa Mezopatamyayê li çiyayên Gabar û Cûdî û herêma Besta, Qaşûran û Elkê yên Şirnexê birîna daran û talana neftê bênavber didome. Herêma ku zêdeyî 3 sal in dar lê tên birîn, bi teqandina dînamîtan tê wêrankirin. Çiyayê Gabarê ku her roj dewlet pesnê xwe dide û propagandaya neftê dike, tê xerakirin. Di pêvajoya tunekirina xwezayê ya 3 salan de herêm bi giştî ber bi wêranbûnê ve diçe. Talana xwezayê li herêmên cuda belav dibe. Di dîmenên nû yên ku li herêma Biyavê ya Çiyayê Gabarê hatine kişandin de, tê dîtin ku darên sedsalane yên hatine birîn bi dehan kamyonan tên barkirin û tên vekişandin.