Ava Gola Wanê kêm dibe

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

NUÇE EKOLOJÎ- Li Gola Wanê ya ku ziwabûn û dûkeliya bilezûbez asta ava wê kêm kiriye, li hin cihan vekişîna avê gihîştiye 2 kîlometreyan. Ji ber kêmbûna avê cihên kelekan guheriye û ev yek tiştên diqewimin bi eşkereyî dide der.

Li gor nuçeya Ajansa Mezopotamyayê li Gola Wanê ya ku gola sodayê ya herî mezin a dinyayê ye, ji ber dûkeliya bilezûbez a ji ber ziwabûnê, ava wê her diçe kêm dibe. Her wiha di salên dawî de ji ber kêmbûna baranê, ava golê kêmtir bûye. Ji ber kêmbûna avê cihên kelekan guheriye û ev yek tiştên diqewimin bi eşkereyî dide der.

Hat diyarkirin Santralên Jeotermîk (JES), Santralên Hîdroelektrîk (HES) û bendavên ku li ser robar û çemên ku diherikin hewza Gola Wanê jî di kêmkirina asta avê de bi bandor in. Bi hevkariya dewlet û saziyên taybet, Zîlan, Bendava Koçkoprû, HES’ên navçeya Şax ya Wanê û navçeya Bêgirî ya Wanê bandorkerên sereke ne.

Di van 10 salên dawî de vekişîna ava golê zêde bûye û her çend tenê mehek ji dawiya zivistanê re maye jî, li gor salên borî îsal berf kêm bariyaye û ev yek bûye cihên fikarên mezin ku wê ava Gola Wanê bileztir vekişe.

Ava Gola Wanê kêm dibe

Tamamen Ücretsiz Olarak Bültenimize Abone Olabilirsin

Yeni haberlerden haberdar olmak için fırsatı kaçırma ve ücretsiz e-posta aboneliğini hemen başlat.

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Giriş Yap

BEDA
Giriş Yap

Ekolojihaber ayrıcalıklarından yararlanmak için hemen giriş yapın veya hesap oluşturun, üstelik tamamen ücretsiz!

Bizi Takip Edin