Xebatên mermeran gûndîyan dide koç kirin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

NÛÇE EKOLOJÎ- Li gundê Dîbegûlî yê navçeya Giyadînê ji ber kana mermeran hatiye avakirin, nêzî 50 mal koçber bûne û ji ber toza ku ji kana mermeran derdikeve, nexweşiya astim û bêhnçikandinê zêde bûye.

Li gor nuçeya MA’yê li gundê Dîbegûlî yê navçeya Giyadîn a Agiriyê, kana mermeran ku nêzî 5 sal in kar dike, xwezayê texrîb dike. Şîrketa Endezyarî û Şêwirmendiyê ya Yeşîl Doga ji bo ku li gundê Dîbegûlî kana mermeran çêbibe, di sala 2019’an de ji bo rapora ÇED’ê serî li Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê dabû. Piştî serlêdanê ku xwediyê projeyê Yurdanur Işik bû, wezaretê xwest ku li herêmê lêkolîn bê kirin. Piştî temambûna lêkolînê di 8’ê Cotmeha 2019’an de biryara “ÇED ne hewce ye” hat dayîn. Piştî biryarê xebatên kana mermeran hatin destpêkirin.

Kana mermeran ku li gundê Dîbegûlî li ber Çemê Meyî hat çêkirin, tenê yek ji wan kanên mermeran e ku li Giyadînê hatine çêkirin. 15 xanî bi hinceta ku li qada kana mermeran in hatin xerakirin û bi giştî 50 mal ji gund koç kirin. Welatiyan diyar kir ku ji ber texrîbkirina ekolojiyê tu berhemdariya zeviyên wan nemaye û gotin ku ji ber kana mermeran nexweşiyên wekî bêhnçikandin û astimê zêde bûne.

Mehmet Yildizê (75) ê ku piştî çêkirina kana mermeran bêhna wî çikiyaye got: “5 sal in li vî gundî toz û dûman heye. Dengê makîneyên înşaatê bênavber tê. Ji ber tozê em nikarin zeviyên xwe biçînin. Ji bilî vê ji ber tozê êdî berhmdariya zeviyên me nemaye. Nêzî 15 xanî ji ber ku dikevin qada kana mermeran hilweşandin û ev kes neçar man koç bikin. Çemê Meyî di ber gundê me re derbas dibe. Av her tim qirêj diherike. Em mexdûrên vê yekê ne. Dewlet ev der da şîrketekê û jiyana me nemaye. Li ser vê em çend caran çûn cem rayedarên şirketê. Gotin ‘Me ev der ji dewletê kiriye’. Ji ber dengê makîneyan heya sibê xew bi çavê me nakeve.”

Xebatên mermeran gûndîyan dide koç kirin

Tamamen Ücretsiz Olarak Bültenimize Abone Olabilirsin

Yeni haberlerden haberdar olmak için fırsatı kaçırma ve ücretsiz e-posta aboneliğini hemen başlat.

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Giriş Yap

BEDA
Giriş Yap

Ekolojihaber ayrıcalıklarından yararlanmak için hemen giriş yapın veya hesap oluşturun, üstelik tamamen ücretsiz!

Bizi Takip Edin