1. Haberler
  2. Kurdî
  3. Texrîbata li Geliyê Godernê bênavber didome

Texrîbata li Geliyê Godernê bênavber didome

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

NÛÇE EKOLOJÎ- Li herêma Geliyê Godernê ku li sêgoşeya navçeyên Amed Licê, Pasûr û Hezro ye, çêkirina Bendava Sîlvanê ya ku di çarçoveya Projeya Başûrê Rojhilatê Anadolûyê (GAP) de di sala 2009’an de hat plankirin bê çêkirin, dewam dike. Li herêmê her diçe bi hezaran dar tên birîn û wêrankirin didome.

 

Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê di 17’ê Çileyê de ji ber dînamîtên li herêmê hatin teqandin li Geliyê Godernê Taşkopru zirar dît. Zinarên ji çiyê gindirîn li pirê ketin û ji ber vê hin deverên pirê rûxiyan. Tê gotin ku gava Bendava Sîlvanê avê bigire, wê li bejhaiya Pasûr, Licê û Hezroyê 50 gund di bin avê de bimînin. Her wiha candarên li derdorê Geliyê Godernê jî ji ber dînamîtan bandor dibin.

Li derdora bendava ku bi hinceta “ewlehiyê” tê çêkirin bi qaleqolan hatiye dorpêçkirin û ji ber vê mirov nikarin biçin nava zeviyên xwe. Bariş Aslan diyar kir ku Taşkopruya dîrokî ya li Geliyê Godernê di bin xeteriya rûxandinê de ye û got ku dînamîtên ku tên teqandin xwezayê wêran dikin û zirarê didin ekolojiyê. Aslan got: “Dûmana ku di encama xebatê de derdikeve, rez û baxçeyên me û darên me şewitandin. Xwezaya me bi temamî hatiye tunekirin. Jixwe em di havînê de ne, hewa germ e û dema ew dûman lê zêde dibe, baxçeyên me dişewitin. Îro ne tenê Geliyê Godernê, li her derê Kurdistanê cihên dîrokî talan dikin. Divê em wekî gel dîroka xwe biparêzin. Eger wêrankirina îro li vir li Derya Reş an jî li Egeyê hatiba kirin, dê heya merciyên herî bilind biçûya, dê xwedî lê bihata derketin û wê dest jê bernedana.”

Aslan ji bo Geliyê Godernê banga piştgiriyê kir û diyar kir ku bi têkoşîneke hevpar dikarin encamekê bi dest bixin.

Welatiyê bi navê Mehmet Aslan ku ji ber dînamîtên ku ji bo çêkirina bendavê tên teqandin xaniyê wî û axurê wî zirar dîtiye jjî got: “Ev salek e dîwarên mala min xira bûne, min serî li dozgeriyê daye, lê hê ne diyar e ku dê kîjan dadger lê mêze bike. Armanca wan a li vir çi ye? Ev tê wê wateyê ku hikûmet piştgiriya van şîrketan dike û weke dîktator li ser me tevdigere. Dê 100-200 metre dûrî mala min dînamîtekê biteqandana, ez çûm li ser dînamîtê rûniştim. Fermandarê qereqolê hat, çi kir jî ez ranebûm. Min got, ji bo ku vê biteqînin, divê hûn pêşî min biteqînin. Ger hûn vê dînamîtê biteqînin, wê mala min bi temamî hilweşe. Em niha di maleke ku dîwarên wê derizî de dijîn, ez ditirsim ku bi ser me de hilweşe. Lê tu çareya me nemaye. Rewşa min a aborî tune ku ez xaniyekî nû ava bikim.”

Aslan da zanîn ku ji ber ku rê di nava zeviya wî de hatiye çêkirin zeviya wî bûye du şeq. Aslan destnîşan kir ku bêyî destûra cendirmeyan nikare biçe nava zeviya xwe û got: “Du çêlekên min winda bûn gava ez liw an digeriyam leşker hatin gotin ‘herêma qedexe ye tu nikarî biçî.’ Min jî got, ‘Cihê te qedexe kiriye erdê min e, çawa tê qedexekirin.’ Gava ez li nava gund digeriyam wesayîta leşkerî hat ber deriyê min, got ‘Kî bû li nava gund digeriya.’ Min jî got yek jê ez bûm û yê din keya bû. Yanî ji bo em li nava gund bigerin jî divê em destûrê bixwazin. Îşkenceyeke wiha li me tê kirin.”

Îsmaîl Can jî anî ziman ku Geliyê Godernê cihekî dîrokî ye û tê xwestin ku ev dîrok bê tunekirin û wiha got: “Geliyê Godernê xwedî xwezayeke pir xweş bû, ji bo mirovan cihê seyrangehê bû. Lê wan xwezaya me xera kir. Daristanên me talan kirin.”

Can bang li raya giştî kir ku li dijî tiştên tên kirin bisekinin û got: “Toz û dûmana ji ber xebatan dertê jiyana mirovan tarûmar kiriye.”

Texrîbata li Geliyê Godernê bênavber didome
Yorum Yap

Tamamen Ücretsiz Olarak Bültenimize Abone Olabilirsin

Yeni haberlerden haberdar olmak için fırsatı kaçırma ve ücretsiz e-posta aboneliğini hemen başlat.

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Giriş Yap

Ekolojihaber ayrıcalıklarından yararlanmak için hemen giriş yapın veya hesap oluşturun, üstelik tamamen ücretsiz!

Bizi Takip Edin